HSDê di derbarê Minbicê de daxuyaniyek da

BasNews - HSD di derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê a li ser Minbicê got, ‘am ne agahdarên wê rêkeftinê ne.’

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl di derbarê Minbicê û îdîayên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê de ji ajansa Reutersê re axivî û ragihand ku di derbarê rêkeftina Washington û Enqere de ku tê gotin wê YPGê hêzên xwe vekişîne ji wê deverê, diyar kir ku ew ne agahdar in.

Rêdûr Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku tişta ku ew dizanin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê( YPJ), piştî azadkirina bajarê Minbic di 15ê Tebax a 2016an de, ji wî bajarî vekişiyan e û bajar radestî Civata Leşkerî û Hêzên Asayiş û Civata Sivîl a wî bajarî kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku wan û Amerîkayê li hev kirine û YPG wê di bin çavdêriya herdu welatan de ji wî bajarî vekişe.