HRW: Li Efrînê 17 jê zarok 26 sivîl hatin kuştin

BasNews - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di derbarê êrişên li ser Efrînê diyar kir ku di encama bombebarana artêşa tirk de 17 jê zarok 26 kesên sivîl hatine kuştin.

HRWê herwiha ragihand ku ji bo parastina sivîlan bergiriyên pêwîst nehatine girtin. HRWê herwiha eşkere kir ku li gor zanyariyên ji Lijneya Tenduristiyê ya Kurdan hatine bidestxistin, zêdetirî 150 kesên sivîl di encama êrişên Tirkiyê de bûne qurbanî.

Li gor daneyên Netewên Yekgirtî (NY) heta niha 125 hezar kesan ji derdora Efrînê koçî navenda bajêr kirine û niha li navenda Efrînê 323 hezar kes dijîn.

Artêşa bi piştevaniya çekdarên cîhadîst ji 20ê meha borî ve êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê dike û di encamê de heta niha hejmareke zêde ya xelkê sivîl bûne qurbanî ku şeva borî jî êrişî karwanê sivîlan hat kirin.