Partiyeka nijadperest ya Tirkiyê daxwaza hilweşandina HDPê kir!

BasNews – Partiya Vatan ya Tirkiyê li dadgehê gilî li Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) kir û daxwaza hilweşandina wê partiyê kir.

Cîgirê serokê giştî yê Partiya Vatan ya Tirkiyê Nusret Senem îro li dadgehê gilî li HDPê kir.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Nusret Senem paşê daxuyaniyek da û got, divê HDP were hilweşandin çimkî dema Tirkiye li Efrînê bi Amerîka û peyayên wî welatî (qesta wî YPG ye) re şer dike, nabe HDP li parlamentoyê be.

Partiya Vatan partiyeka nijadperest e, navê serokê wê jî Dogu Perîncek e. Perîncek, dema serokê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan li Sûriyê bû, çû ba Ocalan.

HDPê di destpêka operasyona Efrînê de bi tundî nerazîbûna xwe li hember wê operasyonê nîşan daye.

Ev 26 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.