Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê: Sibê roja dawî ye

Awat Xeyrullah 

BasNews – Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê ragihand, sibê roja dawî ya pêşkêşkirina navên namzed û lîsteyan e.

Cîgirê serokê Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê, Rizgar Heme ji BasNewsê re got, sibê roja dawî ya pêşkêşkirina navên namzed û lîsteyên partiyan e.

Rizgar Heme her wiha got, roja 10 vê mehê mohleta dawî bû lê ji ber ku hinek partiyan navên namzedên xwe pêşkêşî komîsyonê nekiribûn, em neçar man heta 15 mehê dirêj bikin.

Cîgirê serokê Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê bang li hemû partî û hêzên siyasî kirk u navên namzed û lîsteyên xwe bidin komîsyonê û got, ji ber ku êdî em mohletê dirêj nakin.

Hilbijartinên giştî yên Iraqê 12 Gulana îsal tên kirin.