NATO: Peywîra me ya li Iraq û Sûriyê bi dawî nebûye

BasNews - NATOyê ragihand ku rola wan a piştî şer wê dabînkirina aramî û ewlehiyê be li Iraq û Sûriyê.

Serokê Komîteya Leşkerî yê NATOyê Petr Pavel berî civîna wezîrên bergiriyê yên NATOyê ku duh li Brukselê pêk hat, di derbarê rewşa hêzên wan yên li Iraq û Sûriyê de axivî. Pavel eşkere kir ku erka hêzên wan yên li Iraq û Sûriyê bidawî nebûye û lêbelê derbasî qonaxeke din dibe.

Pavel eşkere kir ku hêzên NATOyê wê ji bo bicîkirina aramî û ewlehiya herêmê kar bikin.