Îranê fîltera li ser Telegramê rakir

Zêdetirî 10 rojan bû Telegram hatibû fîlterkirin

BasNews – Hikûmeta Îranê qedexe û fîltera li ser kanala Telegramê rakir lê tê gotin leza wê hîn jî kêm e.

Zêdetirî 10 roj berê hikûmeta Îranê, ji bo ku dengê xwepêşandan û nerazîbûna gelên Îranê li dijî rêjîma îslamî ya Tehranê li dinyayê neyê bihîstin, kanalên înternetî yên mîna Telegram û Instagram fîlter û qedexe kiribû.

Şeva borî hat ragihandin ku fîlter û qedexeya ser Telegramê hatiye rakirin lê hîn jî leza wê kêm e.

Çend roj berê jî qedexeya li ser Instagramê hatibû rakirin.

Li Îranê zêdetirî 35 milyon kes kanala înternetî ya Telegramê bikar tînin.