Xwepêşandanên li Tunisê berdewam dikin

BasNews - Li Tunisê xwepêşandanên Li dijî polîtîkayên hikûmetê berdewam dikin.

Li Tunisê ji ber rewşa aborî û polîtîkayên hikûmetê xelk daketiye kolanan û xwepêşandan li gelek bajarên Tunisê belav bûne.

Li gor agahiyên berdest heta niha nêzî 800 hatine desteserkirin.

Lîstika futbolê ku dihat pêşbînîkirin di navbera tîma Tunisê Esperance û tîma Filistînê Vadî en-Nis de pêk were jî hat betalkirin.