NY: Di heyama du hefteyan de zêdetirî hezar kes li Kerkûkê mişext bûne

BasNews - Netewên Yekgirtî (NY) eşkere kir, ji ber operasyonên artêşa Iraqê li Hewîce û başûrê Kerkûkê, di du hefteyên derbasbûyî de, bêtirî hezar kesan mişext bûne.


Peyvdarê sekreterê giştî yê NY Stéphane Dujarric, derbarê rewşa mişextên Kerkûkê û navçeyên derdora wî bajarî de ragihand ku ji çarê vê mehê ve, artêşa Iraqê operasyoneke serbazî li Hewîce û navçeyên derdora wê destpê kiriye û ji wê demê ve heya niha bêtirî hezar kesan mişextî kampên Daqûq û navçeyên din bûne.


Dujarric her wiha got: "Ji ber wan operasyonan em nikarin alîkariyên mirovî bigehînin wanmişextan".