'Tirkiye nikare bikeve Efrînê'

BasNews - Sekreterê Partiya Aşitiya Demokrat ya Kurdistanê Telal Mihemed ku di nav TEV-DEMê de ye ragihand ku Tirkiye nikare bikeve Efrînê.

Sekreterê Partiya Aşitiya Demokrat ya Kurdistanê Telal Mihemed ku di nav Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de cih digire di derbarê gefên Tirkiyeyê yên li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re wiha axivî: “Tirkiye dibêje ku operasyona Mertala Feratê bidawî nebûye. Daxuyaniyên vê dawiyê yên berpirsên hikûmeta Tirkiyê dîsa rêjîma Sûriyê bi dîktatoriyê û şovenîzm tometbar kir. Ev tê wê wateya ku rola Tirkiyê di pêşeroja Sûriyê de nemaye, niha rêkeftineke navdewletî hatiye kirin, texmîna min ew e, Rûsya û Amerîka dê li ser kar bikin, ku sala 2018an de dê qonaxeke siyasî li Sûriyê dest pê bike.”

Şîrovekarê Siyasî Ekrem Hisên jî ragihand ku Tirkiye nikare bikeve Efrînê û ji K24ê re wiha got:“Erdogan di wê xewnê de ye ku dixwaze careke din dewleta Osmanî vegerîne û xakeke din jî bixe bin destê xwe. Em tev dizanin ku wî şoreşa Sûriyê firot, li hembera ku nehêle herêmeke Kurdî li vir çêbibe, ji ber wê jî ew dixwaze her tiştî li vê herêmê li dijî Kurdan bikar bîne. Tiştek ji van xewnan pêk nayê û ti caran nikare derbasî Efrînê bibe. Amerîkî û Rûsya jî qet qebûl nakin ku Erdogan derbasî herêmên Kurdî bibe.”

Lê hêla din Tirkiye jî her ku diçe hêza xwe ya leşkrî li ser sînorê Efrînê zêde dike û YPG û HSD jî li aliyê Rojavayê Kurdistanê di amadekariyan dikin.