Ew welat navê xwe diguherîne

BasNews - Hat îdîakirin ku welatê Makedonya ku ji aliyê NY û YE ve weke, ‘Komara Yugoslawaya Berê Makendonya’, wê navê xwe weke, ‘Makedonyaya Nû’ bigûherîne.

Kêşeya di navbera Yewnanîstan û Makednoyayê de çareser dibe. Li gor çapemeniya Yewnanîstanê navê nû yê Makedonyayê ji aliyê Yewnanîstanê ve jî tê qebûlkirin. Tê çaverêkirin ku di mehên Biharê de li vê mijarê daxuyanî were dayîn.

Navê, ‘Makedonyaya Nû’ sala 1992an jî hatibû pêşniyazkirin, lêbelê hikûmeta Yewnanîstanê ya wê demê ev pêşniyaz redkiribû.

Yewnanîstan bi hinceta ku herêmeke wê ya bi navê Makedonyayê heye, li dij derdikeve ku navê Makedonyayê ji bo wî welatî bê bikaranîn.