Serokê milîsên Heşdî Şeibî gef li Kurdistanê kirin û wek dijmin pênase kir!

Soran Kerîm

BasNews – Serokê milîsên Esayîb Ehlîheq gef li herêma Kurdistanê kirin û ragehand, kes nikare rê li Heşdî Şeibî bigre, ew roj jî dê bê ku biçe nav Kerkûkê.

Serokê milîsên Heşdî Şeibî Qeyz Xezelî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand: ‘’Şer kirin ji bo rizgar kirina Iraqê ye, ti cudayiyek nîne di şer kirinê de ji bo yek parçeyiya Iraqê û herkesek hewl bide dabeş bike jî ew dijmin e.’’

Şeva borî encûmena asayîşa herêma Kurdistanê di tora xwe ya civakî twetterê de aşkera kir: ‘’Agahiya metirsîdar a hêzên Iraqê, milîsên Heşdî Şeibî û polîsê federal geheştiye dest, ku mijûlê xwe amade kirina êrîşeke mezin in li dijî Kurdistanê û başûrê rojavayê Kerkûkê û bakûrê Mûsilê ve.’’

Xezelî amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Hewldanek heye bo dabeş kirina Iraqê, ew hewldan di çarçoveya projeya Îsraîl de ye’’ û got: ‘’Aliyê hember rijd e li ser dabeş kirina Iraqê û ji bo me jî dibe dijmin.’’

Derbarê navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê de bûn jî Xezelî dibêje: ‘’Eger Heşdî Şeibî bixwaze berê xwe bide cîhekê û biçe kes nikare rê li Heşdî Şeibî bigre, ew roj jî dê bê emê biçin nav Kerkûkê li gel beşên din ên Iraqê emê hemûyê vegerînin ser Iraqê.’’