Bi wêne…Hêzên Pêşmerge hejmarek çekdarên DAIŞê girtin!

Herman Xalîd

BasNews – Hejmarek çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge û asayîşa bajarokê Dubizê ya parêzgeha Kerkûkê ve hatin girtin.

Malpera El-Erebiye hejmarek wêneyên wan kesên DAIŞî yên dîl hatine girtin belav kiriye û rêveberê asayîşa Dubiz Raîd Elî ragehandiye ku ew çekdarane xwe di nav koçberên bajarokê Hewîce de veşartibûn.

Herwaha Raîd Elî amaje bi vê yekê jî kiriye ku di dema destpê kirina operasyona rizgar kirina Hewîce ya li başûrê rojavayê Kerkûkê de, nêzîk heft hezar kesan li Hewîce ve berê xwe dan cîhên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Image Gallery

View the embedded image gallery online at:
http://www.basnews.com/index.php/kr/news/384425#sigProIde52ff5703a