Hewldanên kontrol kirina agirê bîrên neftê yên Hewîce berdewam dikin!

Ziryan Hacî

BasNews – Endamê lijneya neft û wuze li encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehand, hewldanên kontrol kirina agirê bîrên neftê yên Hewîce berdewam e.

Endamê lijneya neft û wuze li encûmena parêzgeha Kerkûkê Fuad Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di dema operasyona kontrol kirina Hewîce de DAIŞê hewl da bireve li navçeyê, ji ber vê jî agir berdaye bîrên neftê yên li sînorê Hewîce. Berî naha jî gelek caran heman tişt kir, li bîra neftê ya Bêcî û bîrên neftê yên Mûsilê jî heman tişt kir. Sedemê wê jî dixwazin ziyanê bigehînin bingehên aborî yên Iraqê û hilweşînin.’’

Herwaha got, tîmên agirkuj ji hemû cîhekê ve bo kontrol kirina agirê bîrên nefta Hewîce çûne, lê kontrol kirina wan bîran li gor kûrbûna wan û berfirehiya agir digohere û hinek jî dem dixwaze.

Çend roj berî naha çekdarên DAIŞê dema li Hewîce revîn agir berdan 15 bîrên neftê yên li sînorê bajarokê Hewîce.