Artêşa Iraqê: Bajarokê Hewîcê ji destê DAIŞê hat derxistin

Herman Xalid 

BasNews – Artêşa Iraqê ragihand ku hêzên wan bajarokê Hewîce yê Kerkûkê ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Fermandeyê şerê azadkirina bajarokê Hewîcê Ebdulemîr Yarullah îro danê sibê ragihand, hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya çekdarên Heşda Şeibî karîne Hewîcê ji destê DAIŞê derxînin.

Wî fermandeyê artêşa Iraqê her wiha da zanîn ku li derdora Hewîcê şer didome û hêzên wan pêşde diçin.

Şerê azadkirina Hewîcê du-sê rojan beriya referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê dest pê kiribû.

 Hewîce li başûrê bajarê Kerkûkê ye û zêdetirî 3 salan bû di destê DAIŞê de bû.