Şêwirmendê Erdogan: Tirkiye ti carî sînorên xwe bi ser Kurdistanê de nagire

Karzan Gilî 

BasNews – Şêwirmendekî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, Tirkiye ji ber referandoma serxwebûnê ti carî hizra wê yekê nake sînorên xwe bi ser Kurdistanê de bigire.

Şêwirmendê Erdogan, Îlnûr Çevîk ji televîzyona Haber Turk ya Tirkiyê re gotiye, eger Herêma Kurdistanê referandoma serxwebûnê pêk bîne Tirkiye hizra wê nake sînorên xwe bi ser de bigire.

Çevîk her wiha gotiye, çimkî serokomar Erdogan beriya niha gotibû “eger cîranên me birçî bin xewa me nayê” ev helwesta Erdogan çavkaniya xwe ji dîn û deba bav û kalên me digire, loma em ti carî hizra cezayeke wisa nakin.

Heta niha gelek caran rayedarên Tirkiyê ragihandine ku eger Herêma Kurdistanê referandomê bike Tirkiye sînorên xwe yên bi Kurdistanê re nagire.

Gelê Kurdistanê sibê diçin ser sindoqan û biryar didin ka serxwebûnê diwazin yan na.