100 rewşenbîrên kurd û tirk piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dan

Nûjîn Onen 

BasNews – Bi dehan siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û karsazên kurd û tirk piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin.

100 siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û karsazên kurd û tirk li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de ku nusxeyek bo BasNewsê hatiye şandin, piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Kurdistanê nîşan dane û wiha gotine:

“Li gorî peymana sala 1966 ya NY, her miletek mafê wê yekê heye bi destê xwe qedera xwe diyar bike. Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya vê mafî de biryar daye roja 25 Îlona 2017 referandoma serxwebûnê bike… Referandoma serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa ye ji ber wê jî em piştevaniya wê dikin. Divê her kes, hurmeta netîceya referandomê bigire. Em di wê baweriyê de ne Kurdistaneka serbixwe dê bibe sebeba aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn.”