Parlamentoya Iraqê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji kar dûr xist

Serokwezîrê Iraqê daxwaza dûrxistina Necmedîn Kerîm kiribû

BasNews – Parlamentoya Iraqê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji kar dûr xist.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji parlamentoya Iraqê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji kar dûr bixe, ew daxwaza Ebadî ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin û bi vî rengî Necmedîn Kerîm ji kar hat dûrxistin.

Li ser vê mijarê parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Îslam Husên ji BasNewsê re got, tevahiya parlamenterên Kurdistanî civîna parlamentoyê baykot kirin û li dijî wê biryara parlamentoyê derketin.

Îslam Husên her wiha got, biryara parlamentoya Iraqê qanûnî nîne çimkî haya firaksyonên Kurdistanî ji wê yekê nebû.