Netanyahu cardin piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan da

BasNews – Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu cardin piştevaniya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê nîşan da.

Serokwezîr Binyamîn Netanyahu di daxuyaniyekê de behsa serxwebûna Kurdistanê kiriye û ragihandiye, xebata kurdan bo avakirina dewleta serbixwe mafekî rewa ye.

Netanyahu beriya niha jî piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dabû û ragihandibû, hebûna dewleteka kurdî bi sûda Îsraîl û hemû rojava ye.

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked jî roja 11ê Îlona 2017ê ragihand, Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna kurdan, bi kêmanî piştevanî li serxwebûna kurdên Iraqê dike.