Celal Baykara: Armanca me vegotina sedemên pêkanîna referandûmê ye

BAS - Bilal Adlığ

Biryara pêkanîna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê li seranserê Kurdistanê bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin. Li Bakur jî ev biryar bû sedema kelecanê. Rewşenbîr, siyasetmedar, karmend, hunermend û ji hemû aliyên Kurdî ve xebatên referandûmê tên kirin. Yek ji girîngtirîn xebat jî avakirina “Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê” ye. Înîsiyatîf li bajarên Kurdan û Tirkiyeyê çendîn xebatên balkêş pêkanîn. Em jî wek Heftenameya Basê li gel yek ji avakarên Înîsiyatîfê siyasetmedar û Parêzer Mehmet Celal Baykara re li ser armanc û xebatên Înîsiyatîfê, helwest û nêrîna gelê Tirkiyeyê axivîn.

Celal Baykara destnîşan dike ku wan beriya sê çar mehan, ji dema ku pêkanîna referandûmê ket rojevê ve dest bi hevdîtinan kiriye û axaftina xwe wiha didomîne: “Car caran em siyasetmedar û partiyên Kurdî di navbera xwe de diaxivîn û me digot gelo em ji bo piştgiriya birayên xwe yên Herêma Kurdistanê dikarin çi bikin. Piştî van axaftinan me biryar da ku em civînekê pêk bînin û di vê rewşa ku Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve di bin zext û fişaran de ye û gelê me yê Herêma Kurdistanê nekeve bin tesîra van nexweşiyên ji der û dora wan tên, gelo em dikarin çi bikin.  6 partiyên Kurdistanî û sazî û dezgeh û kesayetên siyasî yên Kurdan li Diyarbekirê em civiyan. Di civînê de biryara avakirina înîsîyatîfê hat standin. Di encama vê biryarê de jî Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê bi îmzeya Berdevkê Hereketa Azadî Ayettullah Aşitî, Serokê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê PDK/Bakur Sertac Buçak, Serokê PSKê Mesud Tek, Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyürek, Parlementerê berê yê DEPê Mahmut Kılınç, Parêzer Sebahattin Korkmaz, Karmend Ferda Cemiloğlu, Bijîşk Ekrem Bilek, Parêzer Mehmet Celal Baykara û Akademîsyen Yaşar Abdulselamoğlu hat îlan kirin.” Celal Baykara di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Însiyatîf bi armanca vegotina sedema pêkanîna referandûmê bo rewşenbîr û zanayên Tirk û gelê Kurd hat avakirin. Me gelek bername û proje danîn ber xwe. Bêguman di vê rewşa awarte de tiştên ku em ê bikaribin bikin gelekî kêm bûn. Armanc û hedefa me ew bû ku em projeyên mezin pêk bînin. Me dixwest em bîlboardan bi piştgiriya referandûmê tije bikin. Lê mixabin derfet çênebû û ev projeyên me yên mezin pêk nehatin. Lê belê me gelek civîn û xebat jî kirin. Daxwaza mitîng û festîvalan hatibe red kirin jî me li cih û warên van partiyan konferans û panel saz kirin. Armanca me ew bû ku em piştgiriya referandûma Herêma Kurdistanê bikin.”

“Dê xebatên me heta îlankirina serxwebûnê bidomin”

Celal Baykara di derheqê xebatên însiyatîfê de wiha diaxive: “Di destpêkê de fikra me ew bû ku em tenê heta referandûmê xebatan bikin. Lê belê piştî me dest bi xebatan kir me dît ku gelek tevecûh heye li hember însiyatîfê û heta însiyatîf weke partiya referandûmê hat pêşwazî kirin. Lê weke hûn jî dizanin pêkanîna referandûmê nayê wateya îlankirina serxwebûnê. Lê ez wisa bawer dikim ku piştî referandûmê dema me civîna şêwrê li dar xist dê biryara berdewamiya xebatan bê girtin. Di serî de jî min got, armanca vê komîsyonê ‘Vegotina sedemên referandûmê bo Kurd û Tirkan’ e. Me li Batman, Wan, Semsûrê konferans li dar xistin. Me bi Odeyên Yekîtiya Bijîşkan, partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi gel re civîn pêk anîn. Me di van civîn û konferansan de ji Kurd û Tirkan re sedemên pêkanîna referandûmê bilêv kirin. Hevalên me bi Partiya Komarî ya Gel (CHP) û HDPê re hevdîtin pêkanîn. Ji bilî hevdîtinên komîsyona însiyatîfê, însiyatîfên herêmê jî hatin ava kirin. Însiyatifên li Batman, Îzmîr, Wan û Diyarbekirê çend ji van însiyatîfan in. Mînak tenê Însiyatîfa Stenbolê 42 hevdîtin pêk anîn. 1200 name û deklarasyon hatin şandin. Di 10ê vê mehê de li Stenbolê jî konferans hat li dar xistin. Di vê konferansê de Cîgirê Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenan jî beşdar bû. Di konferansê de axaftinek jî pêk anî. Ev jî ji bo nêrîna çewt a gelê Tirk li hember referandûma Kurdistanê ye. Bila rastiyê ji Tirkmenan bibihîzin. Hemû şaxên Înîsiyatîfê li bajarên xwe hevdîtin pêkanîn. Xebatên wan didomin.”

“Gelo dê çi tesîrê li Tirkiyeyê bike?”

Celal Baykara di derheqê helwest û nêrîna Tirkiyeyê de wiha pê de diçe: “Nêrîn û helwesta Kurdan li hember referandûmê gelekî erênî ye. Dema me serdana sazî û kesayetên Tirk kir jî pirsa di serê wan de ‘Gelo dê çi tesîrê li Tirkiyeyê bike’ ye. Mafê pêkanîna referandamê û çareserkirina dahatûya xwe rewa dibînin. Vî tiştî gelek xwezayî jî dibînin. Lê belê ew tirsa wan jî heye ku referandûm û serxwebûn tesîrê li Kurdên Tirkiyeyê bike. Dibêjin gelo ev yek Kurdên me jî ji me dûr nexîne? Bersiva wan tim em dibêjin ku ev tişt girêdayî Tirkiyeyê ye. Eger demokrasî û mafên Kurdan bên dayîn çima ji Tirkiyeyê veqetin. Me mînaka Katalonyayê jî da wan. Weke tê zanîn hinek Katalan li Fransa jî dijîn. Lê belê pêkanîna referandûma serxwebûnê li Katalonyayê ji bo Fransiyan ne pirsgirêk e. Ji ber vê yekê jî divê Tirk û siyasetmedarên wan ji referandûm û serxwebûna Herêma Kurdistanê netirsin. Eger Tirkiye demokratîk bibe û mafên Kurdan bide Kurdên vir ji Tirkiyeyê naqetin. Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) daxwaza hevdîtina me red kir. Nûnertiya wan a Stenbolê ji me re got: “Fikra hikûmetê û partiya me diyar e em naxwazin di vê mijarê de biaxivin.” Lê belê me daxwaza kesekî ji wan kir ku di konferansê de biaxive û kesek ji wan jî beşdarî konferansê bû weke axaftvan. Parlementerê AKPê yê Diyarbekirê Galîp Ensarioğlu jî di konferansê de gotarek pêşkeş kir.”

“Mixalefet jî li dij dernakeve”

Celal Baykara di derbarê ragihandina Sinan Çiftyürek ku gotibû Kemal Kılıçdaroğlu piştgiriya referandûmê dike de jî wiha axivî: “Piştî wê daxûyaniyê em weke endamên konferansê di navbera xwe de jî axivîn. Bi rastî jî gotina Kemal Kılıçdaroğlu ne di terza piştgiriya referandûmê de bû lê Kemal Kılıçdaroğlu diyar kir ku referandûm weke her miletî mafê Kurdan e jî. Niha tiştekî xerîb heye. Him partiya desthilatê him jî ya mixalefetê di derbarê dema referandûmê de li dij derdikevin. Lê Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku ‘Eger niha ne dema wê be kengî dema wê’ ye. Dibe ku li hember serxwebûna Kurdan bin lê nikarin vê bibêjin û dibêjin ne dema wê ye. Lê li gorî min nêrîna partiya mixalefetê jî li hember pêkanîna referandûmê dernakeve û jixwe beşdarî konferansa me ya Stenbolê jî bûn.”

HEFTENAMEYA BAS