Berpirsekî asayişa Îmaratê: Kurd dê çima serbixwe nebin!

Herman Xalid 

BasNews – Berpirsekî asayişa Îmaratê piştevaniya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê nîşan da û ragihand, mafê kurdan e bibin xwedan dewlet.

Cîgirê berpirsê giştî yê polîs û asayişa bajarê Dubey yê Îmaratê, Ferqî Zahî Xelfan Temîm, li ser rûpela xwe ya twîtterê behsa referandom û serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê kiriye û gotiye, referandom mafekî qanûnî yê Herêma Kurdistana Iraqê ye bo ragihandina serxwebûnê.

Temîm her wiha gotiye, gelê Kurdistanê hêjayî dewletê ne, dema wê hatiye êdî zilm li ser birayên me yên kurd rabe.

Wî efserê asayişa Îmaratê li ser dijîtiya li hember serxwebûna Kurdistanê jî gotiye, kurd dê çima serbixwe nebin?