Hêmin Hewramî: Parlamentoya Koreya Başûr piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

BasNews – Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Hêmin Hewramî ragihand, parlamentoya Koreya Başûr piştevaniya referandom û serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê dike.

Şêwirmendê Barzanî, Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, bi parlamenterekî Koreya Başûr bi navê Kîm Sî Yon re hevdîtin kiriye û jê re behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê û sebebên wê biryarê kiriye.

Hêmin Hewramî gotiye, wî parlamenterê Koreyî piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê anî ziman û soz da ku ew û hevkarên xwe piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê bikin.

Hewramî daye xuyakirin ku spasiya parlamentoya Koreya Başûr kiriye ji ber ku parlamentoya wî welatî bi piraniya dengan operasyonên Enfal û kîmyabarana Helebcê wek jenosîd pesend kiriye.