Parlamenter Neda Mêrgesorî: Belgeyên dizîna pareyê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ketine destê me

Karzan Sebah Hewramî 

BasNews – Endameka kurd ya parlamentoya Iraqê dibêje, belgeyên dizîna bûdceya kurd ji aliyê Bexdayê ve ketine destê wê.

Parlamentera kurd û alîkara serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re got, referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, ku bûye sebeba hêrsbûna Bexdayê, dê di roja xwe de were encamdan.

Neda Mêrgesorî her wiha got, belgeyên dizîna pare û bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ketine destê me ji ber wê jî divê di muzakereya serxwebûnê de ev mijar bê axaftin û ew bûdce were dayîn.

Wê parlamentera kurd anî ziman ku şanda hevpeymaniya şîe ya Iraqê jî belge dîtine û ragihandiye ku belgeyên bihêz in.

Neda Mêrgesorî ragihand ku eger hikûmeta Iraqê wî pareyî nede divê Kurdistan li ba banka navdewletî gilî li Iraqê bike.