Endama kurd ya parlamentoya Iraqê, Mêrgesorî: Emê Ebadî li ser rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê hişyar bikin

Karzan Sebah Hewramî 

BasNews – Firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê ragihand, dê nerazîbûna Kurdistanê li ser rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê bigehînin serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Çend roj berê DAIŞ û Hizbullaha Lubnanê li ser pevguhertina kuştiyên Hizbullah û Îranê li hev kiribûn. Li gorî wê rêkeftinê, eger DAIŞ kuştiyên Hizbulah û Îranê bide ewê jî bihêlin ku çekdarên DAIŞê bi silametî derbasî ser sînorên Iraq û Sûriyê bibin. Rêkeftin duh pêk hat. Ev bûyer rastî nerazîbûna Herêma Kurdistanê û Iraqê hatibû.

Li ser vê mijarê, parlamentera kurd û cîgira serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re got, emê metirsiyên vê rêkeftinê ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bêjin ji ber ku tirsa wê heye senaryoya 2014 dubare bibe û DAIŞ dîsa êrişî Kurdistan û Iraqê bike.

Neda Mêrgesorî her wiha got, emê piştî cejnê daxwaz bikin parlamento civînek taybet li ser vê mijarê pêk bîne û bi fermî nerazîbûna xwe li hember rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê nîşan bide.