Sefîrê berê yê Amerîka li NY, Bolton: Bila Amerîka bi eşkere piştevaniya kurdan bike

John Bolton John Bolton

BasNews – Dîplomatekî Amerîkî daxwaz ji hikûmeta Amerîka dike, bi eşkere piştevaniya kurdan bike û ji rêkeftina etomî ya Îranê jî vekişe.

Sefîrê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî (NY) John Bolton bi nivîskî daxwaz ji hikûmeta Waşingtonê kiriye, ji rêkeftina etomî ya Îranê vekişe û binpêkirinên etomî yên Îranê jî deşîfre bike.

John Bolton behsa pêwendiyên Amerîka û kurdan jî kiriye û gotiye, divê Amerîka bi eşkere piştevaniya kurdan bi taybet kurdên Iraq, Sûriye û Îranê bike.