Iraq - Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî kirin û 40 gamêş kuştin!

BasNews – Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî parêzgeha Diyale ya Iraqê kirin û 40 gamêşên gundiyan kuştin!

Parlamenterê Iraqî û nûnerê parêzgeha Diyale li parlamentoya Iraqê Rehd Elmas ji malpereka Iraqî re gotiye, şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundekî Diyale, ku dikeve bintara çiyayê Hemrîn, kirin û 40 gamêşên gundiyan kuştin.

Wî parlamenterê Iraqî gotiye, gamêş tekane çavkaniya jiyara wan gundiyan e ji ber wê jî ew neçar in koçber bibin.

Wî parlamenterê Iraqî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir wan gundiyan qerebû bike û pêşiya çalakiyên DAIŞê jî li wê deverê bigire.