Parlamentera kurd Necîbe Necîb bûdceya Heşda Şeibî deşîfre kir

Karzan Sebah Hewramî 

BasNews – Endama kurd ya parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb ragihand, bûdceya Heşda Şeibî îsal derdora 3 tirîlyon dînar (nêzîkî 2 milyar û 500 milyon dolar) e.

Parlamentera kurd li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb, ku di hemen demê de endama Lêjneya Darayî û Aborî ye jî, ji BasNewsê re got, bila gelê Kurdistanê bizane ku bûdceya giştî ya Iraqê îsal 107 tirîlyon dînar bû.

Necîbe Necîb da zanîn ku ji wê bûdceyê, derdora 3 tirîlyon dînar bo Heşda Şeibî hatiye terxankirin û got, beşek ji wê bûdcê bi rêya Wezareta Berevaniya Iraqê re tê dayîn û beşa din jî ji mûçeyê karmendan tê qutkirin.

Heşda Şeibî, ji gelek kom û grûpên çekdarî pêk hatiye û hemû jî şîe ne. Heşda Şeibî, ku di bin hejmoniya Îranê de ye, îsal ji aliyê parlamentoya Iraqê ve wek hêzeka fermî hat pesendkirin.

Terxankirina wê bûdceya mezin bo Heşda Şeibî di demekî de ye ku hikûmeta Iraqê amade nebûye dînarekî jî bide Pêşmerge.