Siyasetmedarê cihû Ariel Polisten: Bila Îsraîl piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike

BasNews – Siyasetmedarekî cihû dibêje, divê Îsraîl piştevaniya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike.

Siyasetmedarê cihû û endamê Partiya Lîkûd ya Îsraîlê, Ariel Polisten ji malpera “Middle East Monitor” re behsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê kiriye û gotiye, avabûna dewleta Kurdistanê di qonaxa niha de gelekî girîng e. Kurdistaneka serbixwe bo Îsraîl jî gelekî baş e çimkî êdî dostaniya navbera gelê kurd û Îsraîl vediguhere pêwendiya navbera du welatên serbixwe.

Wî siyasetmedarê cihû, ku kesekî nêzîkî serokwzîr Binyamîn Netanyahu ye jî, gotiye, eger pêşiya serxwebûna Kurdistanê were girtin, niheqiyek mezin li kurdan tê kirin û divê hikûmeta Îsraîl jî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike.

Wî dostê kurdan aniye ziman ku dema dewleta Kurdistanê hat ragihandin dê kurdên îsraîlî alaya Kurdistanê li kêleka alaya Îsraîl daynin û şa bin.