Serokê encumena San Diego: Divê Amerîka piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike

BasNews - Serokê Encumena Karûbarên Navdewletî li bajarê San Diego li wîlayeta Californiya ya Amerîka, David Edick piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê anî ziman û bang li Amerîka jî kir piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike.

Serokê Encumena Karûbarên Navdewletî li bajarê San Diego, ku nûner û çalakvanên çendîn netewan tê de endam in, li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê ji televîzyona K24 re axivî.

David Edick piştevaniya xwe wiha anî ziman : “Kurd hêjayî serxwebûnê ne, ji zû ve hewla serxwebûnê didin. Kurdan gelek qurbanî bo azadiyê dane. Di vê qonaxa hestiyar ya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêwîst e Amerîka piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bike.”

Wî rewşenbîrî Amerîkî her wiha got ku pêwîst e Amerîka hevkariya wî gelî bikin, ku nirxên me yên hevbeş ligel wan heye. Ewa ku ji encama peymana Sykes-Picotê derketiye, niheqiyek mezin e li hember Kurdan. Rojhilata Navîn deverek ne aram e, divê ji bo Amerîka welatekî hevpeyman ê aram li Rojhilata Navîn hebe. Kurdistana serbixwe jî ew welat e.