Seidî Ehmed Pîre: Ti rêkeftinek li ser paşxistina referandomê nehatiye kirin

19/08/2017 - 12:25 Kategori Nuçe

Ziryan Hacî 

BasNews – Endamekî şanda Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê, ku ev çend roj in li Bexdayê ye, dibêje, ti rêkeftinek li ser paşxistina referandomê nehatiye kirin.

Şanda Encumena Bilind ya Referandomê ev çend roj in çûye Bexdayê. Şanda Kurdistanî heta niha gelek hevdîtin û civînê li ser referandomê kirine. Lê ev du-sê roj in hinek malper û dezgehên medyayî wisa nîşan didin ku di navbera şanda Kurdistanê û rayedarên Iraqî de rêkeftin hatiye kirin bo paşxistina referandomê.

Lê endamê wê şandê Seidî Ehmed Pîre, ku di heman demê de berdevkê YNKê ye jî, ji BasNewsê re got, tiştekî wisa nîne. Em nikarin bi serê xwe ti rêkeftinekî bikin, em tenê hevdîtinan dikin encam çi be emê vegerin Kurdistanê û li ser gotûbêj bikin.

Seidî Ehmed Pîre her wiha got, emê sibê bi hinek alî û kesên din re hevdîtin bikin. Heta niha hevdîtinên me gelekî baş derbas bûne, roja duşemê (21 mehê) jî emê vegerin Kurdistanê.