‘Daxwaz tê kirin parlamentoya Iraqê yasaya heşdî şeibî hilweşîne’

Ziryan Hacî

BasNews – Endamê lijneya navxwe û asayîş û encûmena xwecihî, li parlamentoya Kurdistanê ragehand, pêwîste rêxistinên mafê mirov ên navnetewî bên ser xet ku ew binpêkirinên heşdî şeibî yên li hember zarokan dike bibînin.

Endamê lijneya navxwe û asayîş û encûmena xwecihî li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berdewam derbarê metirsiyên heşdî şeibî ve hişyarî hatine dayîn. Ji ber me dizanî heşdî şeibî çima ava bûye. Em vê jî dizanin ku armancên hêzeke derve bicîhtîne. Ji ber vê jî tenê li ser Kurdistanê metirsî ava nekiriye, herwaha metirsî bo ol û hemû pêkhateyên din ên Iraqê çêkiriye.’’

Li gor zanyariyên wî endamê lijneya navxwe û asayîş û encûmena xwecihî ya parlamentoya Kurdistanê, hêzên hevpeyman jî li gel wê nêrînê ne ku ‘’Milîsên heşdî şeibî tewana şer pêktînin.’’

Berî naha di piraniya saziyên çapemeniyê  ew nûçe belav kirin ku, milîsên heşdî şeibî rahênan û perwerdeya çekên sivik û giran didin zarokan û kesên bin 18 salî de.

Ew parlamenterê PDKê dibêje: ‘’Naha derfetek baş heye bo hemû pêkhateyên Iraqê li gel yek li parlamentoyê daxwaza hilweşandina yasaya taybet a heşdî şeibî bikin. Ji ber ew yasayên navxwe û navnetewî ya taybet derbarê zarokan de jî binpê dikin. Herwaha pêwîste rêxistinên mafê mirov ên navnetewî jî li ser binpêkirinên heşdî şeibî hişyariyê nîşan bidin û bikevin dewrê.’’