Danîmarka - Bo piştevaniya serxwebûnê konsertek bi rêve diçe

BasNews – Li Kopenhaga paytextê Danîmarkayê konserek ji bo piştgirîya referandûma rerxwebûna Kurdistanê tê li dar xistin.

Yekîtiya Komeleyên Kurd (KOMKAR) li Danîmarkayê ji bo piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistana Herêma Kurdistanê, bi beşdarîya hozanê navdar Şivan Perwer konserek amade dike. Konser dê roja 17ê Îlonê li paytextê Danîmarkayê Kopenhagê çêbe. Li gor rayederên KOMKARê, kurdên Danîmarkayê dê bi beşdarîyeke mezin ji referandûmê re piştgirîya xwe nîşan bidin.

Di 25ê gelawêjê dê li bajarê Kollnê yê Almanya jî festîvalek bo referanduma serxwebûna Kurdistanê bir rêve be biçe. Herwiha li parçeyên din ê Kurdistanê jî çalakî û festîval bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê birêve diçin.