Şanda referandoma serxwebûna Kurdistanê bi Cibûrî û Malikî re jî hevdîtin dike

BasNews – Şanda Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê dê îro bi serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û serokê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re hevdîtin bike.

Şanda Encumena Bilind ya Referandomê, ku duh çû Bexdayê, îro jî hevdîtinên xwe bi rayedarên Iraqî re berdewam dike.

Şanda encumenê qasekî beriya niha bi serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî re dest bi civînê kir, civîn hîn didome.

Şanda referandomê dê piştî Cibûrî, bi serokê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re jî rûnê.