NY çend sozên girîng da kurdên Feylî

Şandeka kurdên Feylî bi nûnerê NY li Iraqê re civiya

Herman Xalid 

BasNews – Nûnerê taybet yê NY li Iraqê, Jan Kubis soz da kurdên Feylî yên Iraqê ku hejmara nûnerên wan li parlamentoya Iraqê zêde bike her wiha di nav nûnertiya NY ya Iraqê de kesekî wek nûnerê kurdên Feylî destnîşan bike.

Şandeka kurdên Feylî duh bi nûnerê taybet yê NY li Iraqê Jan Kubis re hevdîtin kir. Endamekî şanda kurdên Feylî bi navê Celal Melekşahî li ser rûpela xwe facebookê behsa naveroka civînê kiriye û gotiye, di civînê de endamên şandê behsa zilam û zordariya rêjîma Beisî ya Iraqê li hember kurdên Feylî kirin û diyar kirin ku ew zilm heta niha jî didome çimkî heta niha jî mafên kurdên Feylî hatine zeftkirin.

Celal Melekşahî her wiha gotiye, endamên şandê ji Jan Kubis re gotin ku tenê nûnerekî kurdên Feylî li parlamentoya Iraqê heye ew jî kêm e ji ber wê jî bila NY alîkariya me bike da ku hejmara nûnerên me li parlamentoyê zêde bibe.

Wî siyasetmedarê Feylî daye zanîn ku di dawiyê de şanda kurdên Feylî û nûnerê NY li ser hinek tiştan li hev kirin û Jan Kubis çend soz dan kurdên Feylî ku hinek ji wan sozan ev in:

*NY dê hewl bide hejmara nûnerên kurdên Feylî li parlamentoya Iraqê zêde bibe

*Di nav nûnertiya NY li Iraqê (UNAMI) de kesek wek nûnerê Feyliyan bê destnîşankirin

*NY ziyanên madî yên kurdên Feylî qerebû bike

*NY alîkariya kurdên Feylî bike da ku nasname, mal û milkên xwe yên ku hatine zeftkirin, dîsa bi dest bînin

Kurdên Feylî, ku li ser mezhebê şîe ne, herî zêde li parêzgehên Bexda, Wasit, Mîsan û Diyale yên Iraqê dijîn. Rêjîma Beisî ya Iraqî, ji ber kurdbûn û şîebûna wan, gelek zilm û zor li wan kir, her tiştên wan zeft kir û ew ji Iraqê sirgûn kirin.