Malikî parlamenterên sunnî yên Iraqê li dijî referandomê gij dike

Karzan Sebah Hewramî 

BasNews – Parlamenterekî kurd dibêje, serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî bi zora dirav û post hinek parlamenterên sunnî neçar dike li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyan bidin.

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Faris Birîfkanî ji BasNewsê re got, Nûrî Malikî hinek parlamenter û siyasetmedarên Iraqî bi taybet yên sunnî bi zora dirav û post û bertîlê berdaye canê kurdan û wan li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê gij dike.

Faris Birîfkanî her wiha got, Malikî wan neçar dike ku li dijî referandomê daxuyaniyan bidin her wiha erebên Kerkûkê li dijî Kurdistan û referandomê gij bikin.

Wî parlamenterê kurd anî ziman ku qesta Malikî û hevalên wî ew e ku bi vê yekê him dijîtiya Kurdistanê bikin him jî dengên xwe zêde bikin û got, lê ewê bi ser nekevin çimkî gelê Kurdistanê biryara xwe dane.