Îran êdî kartên xwe li hemberî serxwebûnê bikar tine

12/07/2017 - 20:04 Kategori Nuçe

BAS - Eskender Ceiferî

Komara Îslamî careke din navçeyên sînorî yên HerêmaKurdistanê topbaran kirin. Ev cara çarê ye ku ew navçe, ji aliyê Sipaya Pasdaran ve rastî êrîşa bi topan tên. Di wan êrîşan de herî kêm kesekî sivîl birîndar bûye. Gelek zevî û milk jî rastî ziyanê hatine, gelek ajel sikitî ne û siruşt jî tevlîhev bûye.

Çalakvanên Kurd dibêjin ew êrîş, weke karvedanên Îranê li hemberî rijdbûna Herêma Kurdistanê li ser birêvebirina refrandoma serxwebûnê ne. Lê tê gotin eger xelkê Herêma Kurdistanê biryara serxwebûnê bide, dibe ku yekemîn welatê ku îtirafê bi serxwebûnê dike Îran be da ku bandora Îsraîl û Erebistanê li navçeyê kêm bike. Ji ber ku wan du welatan bi awayên cuda ragihandine ku ewê piştevaniya dewletbûna Kurdan bikin. Tevî wê, dîsa jî Komara Îslamî hemû hewla xwe dide da ku rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigire.

Navçeyên sînorî yên Helgurd li Balekayetiyê û Kîfaristan, Kunerê, Girdûgû, Qebrokan û Rêzan, ew cih in ku Sipaya Pasdarên Îranê topbaran kirine. Li wan cihan, pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Hizba Demokrata Kurdistanê bicih bûne.

Piştî wan êrîşan, hikûmeta Herêma Kurdistanê Murteza Ibadî Kunsolê Îranê li Hewlêrê gazî kir û tevî şermezarkirina wan êrîşan, jê re ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyekî şerê di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Komara Îslamî de nîn e û divê demlidestêrîşên Îranêji bo ser axa Herêma Kurdistanê bi dawî bên.

Di rojên derbasbûyî de herwisa hêzeke mezin ya Sipayê bi Tank, Top û Katyûşayan derbasî navçeyên sînorî yên bajarê Şinoyê bûne. Sipayê agihandiye ku sedema hatina wan, lihemberderketina hêzên partiyên Kurdî ye.Çendîn caran Ebolfezl Hesen Bêgî endamê komîsyona siyaseta derve ya parlamentoya Îranê jî ragihandiye ku dijberên me li her derî bin, emê êrîşê bikin ser wan.

Salekê beriya niha jî di meha dawiyê ya biharê û du mehên destpêka havînê de navçeyên sînorî yên parêzgeha Hewlêrê rastî êrîşa topxaneyên Sipaya Pasdaran hatibûn û di encamê de ziyanên maddî û canî jîçê bibûn. Di wan êrîşan de topên fusfurî hatibûn bikaranîn.

Îran tim teqezê dike ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Amerîka û Erebistanê alîkariyan distînin lê ew partî, vê îdiayê red dikin.

Girîngtirîn nîşanderê aliyê cudakerê du welatan di yasayên navdewletî de sînor in. Dema ku dewletek sînorê welatekî derbas dike, divê li gora yasayê riftar pê re were kirin. Lê dewleta Îraqê qet ne wan êrîşan şermezar dike û ne jî ji Îranê dixwaze ava wan navçeyan ku ji wî welatî tên, qut neke. Heya niha çendîn caran dewleta Îraqê ragihandiye ku divê partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ji axa Herêma Kurdistanê derkevin. Lê ti carî Herêma Kurdistanê vê nabêje belkî ji ber bêhelwestiya Bexdayê, Hewlêr bi Îranê re weke dewletek riftarê dike ne weke herêmeke federal.

Refrandoma serxwebûna Kurdistanê biryar e roja 25 Îlona 2017’an wê bê encamdan.

HEFTENAMEYA BAS