Kurdên dîasporayê bo referandûmê dixebitin: Komeleyên Swêdê  piştgiriya referandûmê dikin

 

22/06/2017 - 16:44 Kategori Nuçe

BAS - Nûjîn Onen

Piştî ku roja referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar bû ji herçar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li dîasporayê dijîn piştgiriya xwe bo referandûmê eşkere kirin. Hin pêkhate,komele,komîteyên li derveyî welat ji bo ku piştgiriya cîhanê jî bistînin û çalakiyan ji bo referandûmê li dar bixin destbi xebatan kirin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Komeleya Nivîskarên Kurd yên li Swêdê jî piştgiriya xwe bo referandûmê diyarkirin û hewl didin ku li Swêdê ji bo piştgiriya referandûma serxwebûnê çalakiyan li dar bixin. Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê yê Swêdê Keya Îzol û Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd yê Swêdê Nezîr Akat ji Heftenameyê Basê re li ser çalakî û xebatên ku ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar bixin axivîn.

“Piştgiriyeke xurt heye ji bo Kurdistanê”

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê yê li Swêdê Keya Îzol wiha destbi axaftina xwe dike: “Kurdên dîaspora Swêd,Almanya,Îngîltere,Fransa dê karibin bernameyekê amade bikin ji bo ku piştgiriya vê pêvajoyê bikin. Dem bi dem me li vê derê  hinek çalakî çêkirin, wek çalakiya roja Ala Kurdistanê. Ev biryara referandûmê dê tesîreke pir baş li ser Kurdên dîasporayê bike ji ber ku li derveyî welat piştgiriyeke gelek xurt heye,nemaze nifşên me yênku li Ewropa mezin bûne ji bo wan jî mijareke pir enteresan e ewê bikaribin xwe mobîlîze bikin. Em behsa welat an dewleteke nû dikin, miletekî 30-40 milyon nifûsa wê heye lê bêdewlet e, dewletbûn mafê me ye em dixwazin vê yekê careke din derxin rojevê.Gelek kêmasiyên Kurdên dîaspora hene di vî warî de,kêmasiya welat jî heye. Organîzasyoneke baş heta niha pêk nehatiye. Ji bo ku em piştgiriyê ji Swêd, Almanya û ji welatên din bistînin divê em xelkê baş agahdar bikin. Çima Kurd referandûmê pêk tînin? Çima Kurd nebûne xwedî dewlet? Heta niha ji ber bêdewletbûnê çi zirar gihêştiye Kurdan? Ji bo piştgiriyê divê diaspora û cîhan li ser van mijaran bê agahdarkirin. Ji bo lobî û dîasporaya Kurdî, Swêd cîhekî taybet e. Li Swêdê ji bo maf û azadiyên Kurdan piştgiriyeke gelek xurt heye. Rast, çep an jî navendî piranî piştgiriya mafê Kurdan dikin.”

 “Ji bo referandûma serxwebûnê em ê çalakiyan li dar bixin”

Îzol derbarê çalakiyên ku dê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê li Swêdê li dar bikevin wiha diaxive: “Em li ser lidarxistina çalakiyan bo piştgiriya referandûmê diaxivin. Li Swêdê 26-27ê Tebaxê bo 2 rojan me festîvalek plan kiribû. Beriya ku roja referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar bibe, me dê rojên Kurdî yên çandî çêkira. Di heman demê de emê 35 saliya federasyonê jî pîroz bikin,di vî warî de me hinek çalakî plan kiribûn. 2 rojan emê li derve festîvaleke mezin li dar bixin, em dixwazin bi minasebeta vê referandûmê ew herdu roj bi giranî ji bo piştgiriya referandûmê ji bo Kurdan û ji bo raya giştî ya Swêdê û partiyên siyasî yên Swêdê em dixwazin bangî wan jî bikin. Di panel û civînan de em dixwazin qala referandûmê bikin û bi vî awayî piştgiriyeke xurt bidin referandûmê. Eger ev çalakiyên me pêk neyên gelek çalakiyên alternatîf hene.”

 “Ji niha ve amadekarî tên kirin”

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Nezîr Akat jî li ser referandûma serxwebûnê, peywîra Kurdên li Ewropa li hemberî vê proseyê û çalakiyên ku wê bên kirin wiha dibêje; “Referandûm pêngava meşrûkirina mafê neteweyî bi xwe ye û loma jî mafekî rewa û meşrû ye. Referandûm encama bi hezaran cangorîyên Kurdistanê ye. Neteweya Kurd bi pêkhatîyên xwe ve bi berdêlên mezin derfeta referandûmê ava kir. Divê proseya hestiyar de pêwîstî bi hemahengîyeke sîyasî ya Kurdistanî û seferberiyekê heye”û li ser rola Kurdên dîasporayê di cihgirtina vê proseya referandûma serxwebûnê de wiha diaxive; “Girînge ku Kurd li Ewropayê dengdanê baş organize bikin. Dezgehên Kurdan yên li Ewropayê helwestên xwe bi erênî diyar kirin. Ji niha ve amadekarîyên çalakîyên hevbeş û curbecur dikin. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê dê konferans û semîneran li dar bixe. Nivîskar û balyozê berê yê Swêdîİngmar Anderson dê beşdarî konferansê bibe ku 2 pirtûk li ser Kurdan nivîsandine. Di konferansê de jibilî pirtûkan wê mijara lidarxistina referandûmê bê axaftin û gotûbêjkirin. Konferans dê 2ê Îlonê li Stockholmê pêk bê. Bêgûman di warê dîplomasîyê de dê rola Kurdên Ewropayê mezin be. Ronakbîrên Kurd li ewropayê pêwîste wek balyoz an jî sefîrekî Kurdistanê helwest bigirin û ji bo piştgiriya referandûmê bixebitin. Ronakbîr û nivîskarên Kurd li Ewropayê û nemaze li Swêdê pêwîste bi helwestekeneteweyî tevbigerin, Palpiştê referandûm û serxwebûna Kurdistanê bin. Di mijara serxwebûnê û mafê Kurdan yên neteweyî de bêalîbûnne karê nivîskar û ronakbîrên Kurdan e. Em nikarin di vê mijarê de bêalî û bedeng bin.”

HEFTENAMEYA BAS