Tirkiyê…Li firoştgeheke Îzmîrê de şewat derket!

Rukiye Mistefa

BasNews - Li navendeke firoştgeheke bajaroka Bergama ya Îzmîrê de şewateke ku sedema wê nediyar derket. Tîma agirkujiyê ku hewildan agir bitemirînin lê her sê dikan jî şewitîn.

Îro 21.06.2017ê li navenda firoştgeheke ya binavê Olympos ya li bajaroka Bergama ya bajarê Îzmîrê de li firoşgeheke mobîlya de şewat derket.

Li wê derê ku dukana qehwê jî hebu, bi giştî 4 dukan şewitîn herwaha avahiya 2 qat jî şewitîn. Kesên ku şewata dîtin agahî dane tîmên agirkujî û cendirme. Agirkujiya ji aliyê Kinik û Dikili ya girêdayî daîra serokatiyê ya Şeredariya bajarê mezin a Îzmîrê ve ji bo temirandina agir çûn cihê buyerê. lê ji wan dikunan 3 bi temamî şewitîn.

Tîma pêşî li agir girt ji bo ku şewat derbazî dikanên din ên firoşgehê nebin. Ji ber ku şewat di demjimêrên zûde pêk hatiye, tenê notirvan kariye wê şewatê bide seknandin.

Di vê buyera şewatê de hat zanîn kuştî yan jî birîndar nînin. Xebatên agir temirandinê hîn jî didome.