Konsolê berê yê Tirkiyê li Hewlêrê: Tirkiyê li hember referandoma Kurdistanê “bêdengî” hilbijartiye

Hikûmeta Tirkiyê daxwaz ji medyaya wî welatî kiriye li hember referandomê tûj nebin

20/06/2017 - 14:31 Kategori Nuçe

Karzan Gilî 

BasNews – Konsolê berê yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen dibêje, Tirkiye li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê “bêdengî” hilbijartiye, ew jî tê wê wateya piştevanîkirinê.

Her çiqas Wezareta Derve ya Tirkiyê û serokwezîrê wî welatî Bînalî Yildirim her wiha serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dijîtiya xwe bo encamdana referandoma Başûrê Kurdistanê nîşan dabin jî lê rastî tiştekî din dibêjin.

Konsolê berê yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen, li ser vê mijarê ji heftenameya Basê re gotiye, berê serxwebûn bo kurdan gelekî zehmet bû lê niha êdî rewş û şer hatiye guhertin.

Aydin Selcen her wiha gotiye, Tirkiyê li hember referandomê xwe bêdeng kiriye, ev jî tê wateya piştevanîkirina referandomê.

Ji aliyekî din, li gorî ku ketine destê Basê, hikûmeta Tirkiyê bi fermî ji medyaya wî welatî xwastiye zimanekî tûj li hember referandoma Kurdistanê bikar nehînin.