Referandûm têkiliyên Kurdistan û Tirkiyê têk nabe

20/06/2017 - 13:13 Kategori Nuçe

BAS - Cesim Îlhanî

Li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê, welatên cîran jî helwestên xwe eşkere kirin. Yek ji van welatan a ku nêrîn û helwesta xwe eşkere kir, Tirkiye bû ku bi Herêma Kurdistanê re di warê aboriyê de rêkeftinên demdirêj pêkanîn e û têkiliyên stratejîk danîne. Her çiqas Tirkiyeyê bal kişandibe ser ‘yekperçebûna Iraqê’ jî li hemberî biryara referandûmê bertekeke tund nîşan neda. Parlamenterên AKPê yên Kurd jî piştî diyarbûna dîroka referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin ku pêkanîna referandûmê mafê Kurdistanê ye û divê herkes rêzê jê re bigire.

“Em ambargoyê daneynin ser Kurdistanê”

Piştî ku Herêma Kurdistanê biryara dîrokî ji raya giştî ya cîhanê re ragihand, dihat îddîakirin ku Tirkeye ji bo ku Kurdistanê ji vê biryarê vegerîne û proseya serxwebûna Kurdistanê asteng bike, wê deriyên sînor li ser Herêma Kurdistanê bigire û ambargoyê deyne ser Kurdistanê ku pê re di nava têkiliyên xurt yên aborî, bazirganî û siyasî de ye. Lêbelê Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalın, di axaftina xwe ya li ser biryara referandûma serxwebûnê de ragihand ku ewê bi tu awayî deriyên sînor negirin û ambargoyê daneynin ser Kurdistanê. Kalın herwiha diyar kir ku ew bi Hewlêr û Bexdayê re vê mijarê gotûbêj dikin û îddîa kir ku ev biryareke şaş e. Kalın wiha axivî: “Xebatên me yên di vê mijarê de didomin. Bêyî ku em ligel wan biaxivin, bişêwirin, girtina deriyên sînor û sepandina ambargoyê ne di rojeva me de ye û tiştekî wiha nabe.”

Hikûmeta Kurdistanê nûnertiyê li Enqerê vedike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştî van daxuyaniyên Kalın, ragihand ku ew ê li Enqereyê nûnertiya xwe vekin. Berpirsyarê Karûbarên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Wuşyar Siweyli li ser biryara avakirina nûnertiya li Enqerê diyar kir ku ev tê wê wateyê ku têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyê wê bi awayekî xurt berdewam bikin. Siweyli herwiha amaje bi  wê yekê kir ku vekirina nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyê, bersiv e bo wan aliyên ku îddîa dikin cîranên Kurdistanê li dijî serxwebûna Kurdistanê ne. Siweyli ragihand: “Di vê heyama ku me proseya serxwebûna Kurdistanê daye destpêkirin de girîngiya vekirina nûnertiyê gelekî mezin e. Ji ber ku rola Tirkiyê ya di herêmê de ne biçûk e. Vekirina nûnertiyê, ji bo vegûhestina daxwazên milet û rêveberiya Kurdistanê bo Tirkiyê gelekî girîng e.”

Parlamenterên AKPê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ku dirêjtirîn dem li Rojhilata Navîn kar kiriye, biryara pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê, helwesta Tirkiyê û pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê ji Heftenameya Basê re nirxand.

“Birayara referandûmê têkiliyên herdu aliyan têk nabe”

Parlamenterê berê yê AKP û Rektorê Zankoya Hacı Bektaşi Veli ya Nevşehirê, Mazhar Bağlı destnîşan kir ku pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê di pozîsyoneke stratejîk de ne û xera nabin. Bağlı axaftina xwe wiha domand: “Tu biryar nikarin têkiliyên herdu aliyan têk bibin. Tirkiye jî bi tu awayî têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re qut nake. Tirkiye ne tenê di warê aboriyê de, di warên siyasî û civakî de jî têkiliyên xurt ava kirine û her du hêz hevalbendên stratejîk in. Ev heval bendiya stratejîk bi hêsanî têk naçe. Lidarxistina referandûmê jî têkiliyên Hewlêr-Enqereyê têk nabe û xera nake.”

“Herdu hêz wê rêyeke hevsengiyê bibînin”

Serokê Komîsyona Dadê yê Parlamentoya Tirkiyê Ahmet İyimaya, radigihîne ku pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê têk naçin û wiha berdewamiyê dide axaftina xwe: “Ev sedsal û heyam a hevgirtin û xurtbûnê ye. Eger derfeta jiyana bi hev re hebe, ez ne alîgirê wê yekê me ku belavbûn çê bibe û digel serweriyeke hevgirtî me. Biryara pêkanîna referandûmê têkiliyên Kurdistan û Tirkiyê xera nake û her du hêz wê riyekê hevsengiyê bibînin. Hiqûq û têkiliyên di navbera herdu aliyan de ji ber referandûmê ji holê ranabin.”

“Em sînor û dilên xwe li ser hev nagirin”

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Mehmet Metiner jî li ser biryara referandûmê wiha diaxive: “Ez biryara pêkanîna referandûmê wek konjonktorî jî û wek stratejîk jî rast nabînim. Em di nav xeleka ji agir re derbas dibin. Hin hêz hene ku ji bo avakirina krîzan di kêmînê de ne. Ez di wê baweriyê de me ku divê Hikûmeta Kurdistanê bi Tirkiyê re, nemaze jî bi Recep Tayyip Erdoğan re gotûbêj bike. Lewma ez vê biryarê ji bo Herêma Kurdistanê jî û ji bo Kurdan jî rast nabînim û ez di wê baweriyê de me ku divê ev biryar bê paşxistin. Barzanî hevalbendê Tirkiyê ye. Di van demên binakok û krîz de, divê herdu hêz bi hev re tevbigerin û bi hev re di nava guftûguyê de bin. Em sînor û dilên xwe li ser hev nagirin. Em Herêma Kurdistanê weke yekî ji malê dibînin. Helbet dema ku me got ev biryar şaş e, ev ne bi neyartî ye, em li ser bingeheke dostane vê rexneyê dikin û vê yekê dibêjin.”

“Em ji destkeftiyên Kurdan aciz nabin”

Metiner li ser pirsa, ‘Gelo mafê Kurdên Herêma Kurdistanê tune ku wek hemû miletên cîhanê ji bo diyarkirina çarnûsa xwe biçe ser sindoqan û îredeya xwe ji cîhanê re ragihîne?’ wiha pê de diçe: “Her rastî li her derê nayê gotin. Carinan eger dema wê şaş be, hûn biryareke rast jî bidin û gavên baş jî bavêjin, ev sûdekê nagihîne tu kesî. Divê rastiyên herêmê li ber çavan bên girtin û li gor vê yekê gavên rasteqîn bên avêtin. Siberojê piştî referandûmê, hikûmeta Iraqê û Îran û Sûriye ku alîgirên wê ne, êrişî Herêma Kurdistanê bikin û bi vî awayî li ser DAIŞ û PKKê bikevin nav hewldanên hilweşandina Herêma Kurdistanê, gelo ma bandor û tesîra vê li Tirkiyeyê nabe? Fikara me li ser vê bingehê ye, an na em ji destkeftiyên Kurdan ku birayên me ne, ne aciz in. Ez hêvîdar im ku Herêma Kurdistanê guh bide van hişyariyên dostane yên Tirkiyê.”

“Divê referandûm têkiliyan têk nebe, Kurdistan paş de gav neavêje”

Yaşar Yakış ku yekem Wezirê Karên Derve yê Hikûmeta AKPê bû û dirêjtirîn demê li Rojhilata Navîn kar kiriye di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Welatên din jî dê li hemberî biryara referandûmê  bertekan nîşan bidin. Lêbelê ev bertek bi Kurdan paş de gav nade avêtin. Di 25ê Îlonê de referandûm pêk neyê jî di demeke guncawtir de Kurd dê referandûma serxwebûnê teqez pêk bînin.”

Yakış di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê biryara referandûmê têkiliyên Kurdistan û Tirkiyê têk nebe û wiha got; “Divê referandûm nebe sedema girtina sînoran û qutkirina têkiliyan. Tirkiye di derbarê girtina sînoran de Erebîstana Siûdî û Katarê rexne dike û bertekên tund nîşan dide.  Rabe heman tiştî ew li hemberî Herêma Kurdistanê bike gelo ma nayê rexnekirin û nabe nakokî?! Divê ev mijar baş bê nirxandin. Nivîsgeha PDKê beriya  niha li Enqereyê hebû. Biryara vekirina nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tirkiyê jî pêngav û biryareke gelek girîng e. Vekirina nûnertiyê tê wateya bihêzbûn û berdewamiya têkiliyên her du aliyan.”

Hefetenameya Bas