Kurdên Rojava li Amerîkayê cejna Newrozê pîroz dikin

Li Kurdistanê PYDê pîrozbahiyên Newrozê qedexe kiriye!

BasNews – Kurdên Rojavayê Kurdistanê li xerîbiyê cejna Newrozê pîroz dikin lê li welatê xwe ji ber PYDê nikarin pîroz bikin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê li paytexta Amerîka-Waşingtonê cejna Newrozê pîroz dikin.

Komek kurdên Rojava bi girtina dîlanê û gotina stranan, bilinda kirina alayên Kurdistan û Amerîka Newroza xwe pîroz kirin.  

Ew kurd di demekî de li xerîbiyê cejna Newrozê pîroz dikin ku li welatê xwe ji ber PYDê nikarin çimkî PYDê pîrozbahiyên Newrozê qedexe kiriye.

 

 

Media

Image Gallery

View the embedded image gallery online at:
http://www.basnews.com/index.php/kr/news/337416#sigProIdc44d295443