Nûnertiya ENKSê li Berlînê hat vekirin

BasNews - Nûneratiya fermî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li paytexta Almanya Berlînê hat vekirin.

Îro (9 Adarê) bi amadebûna Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa Dilşad Barzanî û berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Almanya de Navîn Andryas Kruger û Nûnerê Balyozxaneya Amerîka li Berlînê, nûneratiya ENKSê li Berlînê hat vekirin.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, ku di wê merasîmê de amade bû, ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Ev yek pêngaveke pir mezin e di warê dîplomasiya ENKSê de, ku me nizanîbû dê wisa pêşwazî li me bê kirin. Heriwha li ser hewlên me bo civakeke demokrat, destxweşî li me hat kirin.”