Hejmara 9an a heftenameya Basê derçû

Hejmara 9an a heftenameya Basê derçû

Hejmara 9an a heftenameya Basê derket. Heftenameya Basê bi nûçe û raport û şîroveyên derbarê herçar perçeyên Kurdistanê,Rojhilata Navîn,Tirkiye û cîhanê bi hejmara nû xwe gîhand xwînerên xwe.

Heftenameya Basê bi manşetên ‘‘’Washington-Erbil-Ankara İttifakı Ortadoğuda Kartla Yeniden Karılıyor-Proseya Çareseriyê:Serok Barzanî Navbeynkariyê Dike’’ li bayiyan cîh girt.

Manşet,sernav û babetên hejmara nehemîn ya Basê ev in:

- Çareseriya Bakur ji Başûr derbas dibe?

- Nivîskar Jan Dost: Cîyê YPG azad dike dikeve bin hukmê rejîmê

- Tirkiye û Îran liser duriyana guman û bêbawerîyê

- Referandum Çi di berjewendiya kurdan de ye?

- Qeyrana Sûrîye Cenev IV çareserî  an şer?

- Îmaja kurdan di dîroknigariya dewletgerane de –VII Mînaka Simko

- Kurdî dîsa bi qedexeyan rûbirû bûye

- Çima Dîcle di nav Hewlêrê re dernas nabe?

- Ulema,şaîr û mînewrêk Têvgêrayîşê 1925î: Salih Begê Hanî

- Çimeyê Pêserîya Kurmanckî (1) Kovara Dengê Komkar

- Sargon serkeftinên xwe liser Çîyayê Şaho neqişandiye

- gabo kitchen: Edebiyat ji cîyê ku mabû dewam dike

-‘’Bargiraniya Baweriyê’’behsa şoreşa Sûrîyê dike