Hevserokê HDP yê Îzmîrê hate girtin

Evîn Şikakî

BasNews - Hevserokê partiya Demokrat a Gelan(HDP) yê bajarê Îzmîrê Mahfuz Guleryuz û 2 rêveberên din ê wê partiyê hatin binçavkirin.

Li gor nûçeya ajansa AAyê ya bi ser Hikumeta Tirkiyê ragehand ku, bi hiceta piştgiriya terorê Polîsên ewlehiyê îro, Hevserokê HDP yê Îzmîrê Mahfuz Guleryuz û 2 rêvebirên din ê wê partiyê hatin binçavkirin.

Li gor ku, hatî ragehandinku, bi armanca lêpirsînê Hevserokê HDP yê bajarê Izmîrê û her du rêveber birin Rêveberiya ewlehiyê ya wî bajarî.