Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka giheşte Bexdayê

Evîn Şikakî 

BasNews - Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê James Mattis di serdaneke neçaverêkirî de giheşte Baxda paytexta Iraqê, biryare li gel Serokwezîrê wî welatî Heyder Ebadî bicive.

Îro danê sibehê û piştî rojekê ji despêkirina operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê James Mattis di yekemîn serdana xwe de piştî wergirtina posta xwe ya nû bi awayekî neçaverêkirî giheşte Baxda paytexta Iraqê.

Biryare Mattis ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Bergiriyê Irfan El-Heyalî re derbarê şerê operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê hevdîtinan bike.

Heta niha nehatiye zanîn ku, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê James Mattis serdana Kurdistanê jî bike yan na.

Serdana berpirsê Amerîkayê piştî rojekê ji operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê tê, heta niha jî li gor odeya operasyonê 15e gund hetine kontirolkirin.