Li Enqerê operasyona dijî DAIŞê: 60 kes hatin girtin

 

BasNews - Di operasyona ku li dijî endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ya ji aliyê polêsên Miduriyeta Şaxa Têkoşîna dijî Terorê û Îstîxbarata Miduryeta Ewlekariya Enqereyê de, piraniya wan biyanî 60 gûmanbar hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin li bajarê Enqereyê paytexta Tirkiyeyê serê sibê li navçeyên Sincan, Çubuk, Yenimalle û Mamakê li gelek navnîşanan bi ewayek hemxwext operasyon pêk hatiye. Di operasyonê de piraniya wan biyanî 60 kes hatin desteserkirin.

 

Hate diyarkirin ku gûmanbar piştî kontrola tenduristiyê bo jêpirsîna wan birine Ewlekariyê.