Bi wêne...Rapçiya Amerîkî dema kêşandina klîpê de mar pêve da

09/11/2019 - 15:01 Kategori Magazîn

Rukiye Mistefa

BasNews - Hunermenda rapê ya Amerîkî ku li ser dikê wek Lil Pump tê nasîn û navê wê yê rast jî Gazzy Garcia ye, ji bo kêşandina klîpê mar da destê xwe, lê mar bi wê ve da.

Rapçiya Amerîkî ya bi navê xwe yê li ser dikê Lil Pump şeva pêncşemê dema kêşandina klîpê de mar da destê xwe, lê piştî demekî kurt mar êrîşê wê kir.

Lil Pump di tora xwe ya civakî Instagramê ya fermî de hat belav kirin û ji bo kêşana klîpê marê ku hatiye anîn li hunermenda rapê Garcia vedide.

Piştî ku mar bi wê ve vedide Garcia mar ji dest xwe davêje û cîhê ku mar pêve vedaye nîşanê kamerayê dide.

Hat ragehandin ku mar ne jehrî bûye û rewşa Garcia baş e.

Yılanın