Hevjîna Şêxê Dubayî bi dehan milyon dolaran ve reviya!

30/06/2019 - 14:42 Kategori Magazîn

BasNews – Gotegotên reva hevjîna Hakim û şêxê Dubayiyê ya bi dehan milyon dolar pare û bi du zarokên xwe ve belav bû.

Çapemeniya Brîtanyayê ragehand ku Şahjin Heya Bin Husên a hevjîna hakimê Dubayî û serokwezîr û cîgirê serokê Îmaratê Mihemed Bin Raşid, ji welat reviya ye û guman heye li Londonê niştecîh bibe.

Heya Bin Husên ku xwîşka Şah Ebdula yê duyem ê Şahê Urdinê ye, Keç û kurê xwe yê bi navên Celîle ya 11 salî û Ziyad ê 7 salî jî li gel 31 milyon paundê Brîtanî ango zêdetirî 39 milyon dolar  biriye û dixwaze ji Mihemed Bin Raşid cuda bibe û jiyaneke nû destpê bike.

Heya Bin Husên sala 1974ê li Umman a paytexta Urdinê ji dayîk bûye û sala 2004ê li gel Mihemed Bin Raşid zewicî ye.