Du şerên cîhanî û 5 qral dîtin!

15/06/2019 - 11:25 Kategori Magazîn

Rukiye Mistefa

BasNews - Jin a herî bi temen a Brtanyayê di 112 saliya xwe de koça dawî kir.

Grace Jones a wek Jones a nuwaze jî tê nas kirin, di sala 1906ê ji dayîk bûye û heta naha 26 serokwezîr, 4 qral, şahjinek û du şerên cîhanê dîtin.

Grace Jones berî naha ji rojnameyekê re derbarê temenê xwe yê dirêj de axaft û got, tişta veşartî ya temen dirêjiya min  ew e, ez her şev berî birazêm, îskanekî avê yek qetre vîskî berdidmê û wisa vedixom û ev 60 sale ez her şev wisa dikim û ez vî tiştî bernadim jî.’’

Sala borî di meha tebaxê de jina bi navê Olive Boar a 113 salî koça dawî kiribû û piştî wê Jones bibû jin a herî bi temen a Brîtanyayê.