Bi wêne…Li Kelarê rojekî de du jinan carekî de 3 zarok welidandin

07/03/2019 - 13:36 Kategori Magazîn

Dilêr Ebdulrehman

BasNews – Îro 07.03.2019ê li nexwaşxaneya Şehîd Şêre ya Neqîb a jinan û dayîkbûna zarokan a bajarê Kelarê, du jinan zarokên xwe welidandin û her yek ji wan jî 3 zarok bi carekî de welidandin.

Cîgirê rêveberê nexwaşxaneya Şehîd Şêre ya Neqîb a jin û li dayîkbûna zarokan a Kelarê Gorran Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro serê sibehê du emeliyatên li dayîkbûnê de ku li nexwaşxaneya Şehîd Şêre ya Neqîb a jin û li dayîkbûna zarokan de ji bo du jinan hate kirin û di encamê de 6 zarokên her du dayîkan çêbûn û her dayîkekê 3 zarok carekî de welidandin.’’

Herwaha got: ‘’Emeliyat ji aliyê Dr. Şilêr Mecîd ve hat kirin û rewşa her du jin û 6 zarokan jî başe.’’

Navborî ragehand, zarokên jinekî her sê kur in, zarokên jina din jî 2 kur û keçek in.

Resim Galerisi