Ji kurê Trump re nameyek bi guman çû û bûka wî rakirin nexwaşxanê!

Rukiye Mistefa

BasNews - Kurê serokê Amerîkayê Donald Trump re paketek bi guman hate rêkirin û Bûka Trump ew paket vekir û ji ber toza di paketê de bandor bû ew rakirin nexwaşxaneyê.

Ji bo kurê serokê Amerîkayê Donald Trump ê bi navê Donald Trump Jr nameyek hate rêkirin û hevjîna wî Vanessa Trump ew paket vekir û ji ber toza di paketê de heyî bi bandor bû ew rakirin nexwaşxaneyê.

Hevjîna Trump Jr, Vanessa Trump li gor demjimêrên herêmî demjimêr 10:00 de ew paket vekiriye û li gor nûçeya Anadolu Ajansi û wekî ku di çapemeniya Amerîka de cîh ji nûçeyê re hatiye dayîn û hat ragehandin: ‘’ Vanessa Trump nameya ku tozeke spî têde hebûye piştî ku vekiriye, bi armanca tedbîrî ew rakirine nexwaşxaneyê’’.

Herwaha hate ragehandin ku li gel Vanessa Trump du kesên din jî rakirine nexwaşxaneyê.  

Derbarê toza spî de heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn ku ew çiye? Lê hat ragehandin ku derbarê bûyerê de polîs lêpirsîn daye destpê kirin.